PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Kurdistanê, bi nivîseke fermî daxwaza qedexekirina nivişt, sêhr, derxistina cinan û efsûngeriyê kir.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên olî ya hikûmeta herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl eşkere kir ku bi nivîsa hejmara 170 ya roja 27.06.2021ê ofîsa Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî daxwaz ji wezareta navxwe kiriye ku nivîşt, sêhr, derxistina cinan û efsûngerî bê qedexe kirin.
Nebez Îsmaîl ji BasNewsê re gotiye: “Li gel destxweşî li hemahengî û karê berdewam li gel wezareta navxwe di heyama borî de, me daxwaz jî kiriye niha helmeteke bihêz û hûr destpê bikin ji bo nehiştin û tinekirina diyardeya nivîşt, sêhr û efsûngerî û derxistina cinan ji aliyên hin kesên berjewendîxwaz ve û ewên ku dikin jî derkevin pêşberî yasayan û hesab bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin