PeyamaKurd - Li nav sînorê parêzgeha Kerkûkê 2 çekdarên DAIŞê ji aliyê polîsê federal ê Iraqê ve hatin kuştin.
Berdevkê polîsê federal ê Iraqê Enwer Ebas ragihandiye ku doh 26ê Kanûnê êvarê firqeya 5 a polîsê federalî yê Iraqê kemîn daniye ber çekdarên DAIŞê li gundê Ebu Şehme yê qezaya Reşa a sînorê parêzgeha Kerkûkê.
Hat diyarkirin ku terorîstên DAIŞê ketine kemînê û di encamê de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin