Kurdistan | 932 kesên din bi koronayê ketin, 18 kesan jî can da

Kurdistan | 932 kesên din bi koronayê ketin, 18 kesan jî can da

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya rojane ya derbarê rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku di 24 demjimêrên borî de li seranserê Herêma Kurdistanê 932 kesên din bi koronayê ketine û 18 kesan jî can daye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di 24 demjimêrên borî de 932 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku 275 kes li Hewlêrê, 207 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê, 398 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 18 kes jî ji wê nexweşiyê mirine ku 5 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Raperînê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 403 kes baş bûne û ew jî 116 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 37 kes li Germiyanê, 257 kes li Duhokê û 25 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî wiha ne:

Pêketin: 60183

Mirin: 2106

Başbûn: 36728

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin