PeyamaKurd – Li bakurê Kurdistanê bandora zivistanê herî zêde li herêma Serhedê xwe nîşan dide ku ji ber barîna berfa zêde û qeşayê her sal bi sedan rê têne girtin û çûnûhatin asteng dibe.
Îsal jî berf û sermayê li bajarên Wan, Qers, Agirî, Mûş û Erdexanê hemû bandora xwe nîşan daye ku pileya germê ketiye bin sifirê.
Ji ber ku şevan serma zêde dibe xelk sibehan bi qeşemê radibin ku çûnûhatina bi wesayîtan gelekî zehmet dibe. Heta niha bi sedan rêyên wan bajaran yên bi gundewaran re hatine girtin.
Şeva borî pileya sermayê ya herî kêm li Agiriyê hatiye tomarkirin ku ketiye bin sifirê 24an.
Dîsa li Qersê jî termometreyan pileya 20 bin sifirê nîşan daye ku piştî wê jî Erzerom 17, Erdexan 14 û Îdir bin sifirê 4 hatine tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin