PeyamaKurd- Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û gefên Tirkiye li ser Sûriyê an ku rojavayê Firatê, dahatûya Kurdên Sûriyê tê niqaşkirin. PYD nahêle pêşmergeyên Roj derbasî rojava bibin lê ajansa Reutersê radigihîne ku YPG nexşeyeka rê pêşkeşî hukumeta Sûriyê kiriye.
Reuters dibêje YPG bo bi Beşer Esed re lihev bike, nexşeyeka rê pêşkeşî Rûsyayê kiriye. Hefteya borî heyeteka PYD ê Moskovayê ziyaret kiriye û nexşeyekî daniye ber Rûsyayê. Heyet xwestiye ku Rûsya navbeynkariyê bike û Rûsya vêya qebûl kiriye. Reuters bingeha nûçeya xwe Badran Jia Kurd nîşan dide ku bi heyetê re ketiye hevdîtinên bi Rûsya re.
Di nûçeyê de tê gotin ku 3 armancên planê hene. Dive herêmên ku di bin destê YPG ê de ne ji Tirkiyê bên parastin. Ya duyem divê formulekî bê dîtin da rêvebiriya Kurd ya rojava bi destûrê re entegre bibe û aqarên Kurdistana Sûriyê bi heqqî bên parvekirin. PYD li benda bersiva Rûsyayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin