Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGê, terorîstên ku hatine kuştin, ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatine perwerdekirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, endamên şaneya DAIŞê sala 2017an çûne Tirkiyê û li bajarên Enqere û Rihayê di perwerdeya MÎTa Tirk re derbas bûne.
YPGê diyar kir, şane bi armanca derxistina alozî û provokasyonan ji alî MÎTê ve hatiye erkdarkirin.
Hat destnîşankirin, şaneya ku 5ê Hezîranê hat bêbandorkirin, amadekariya êrîşan dikir.
Li gorî daxuyaniyê navên terorîstên ku hatin kuştin wiha ne: Rehed Mehmud Xalid, Ehmed Mehmud Fatih, Ebû Xetab ji Iraqê ne,
Ramî Hemdun Xidir û Hemûd Hemîd Mihemed ji Sûriyê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin