Tirkiyê di amarên vîrusa korona de Çîn derbas kir...

Tirkiyê di amarên vîrusa korona de Çîn derbas kir...

PeyamaKurd – Tirkiyê piştî ragihandina amarên îro 19ê Nîsanê yên vîrusa koronaya nû Covid-19 amarên tûşbûnê yên welatê jêdera vîrusê Çînê derbas kir û kete rêza 7an di cîhanê de.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, berevajî zêdebûna hejmara tûşbûyan dibêje, tedbîrên wan digihîjin meqsedê û bi zêdekirina hejmara testan û berpirsiyartiya xelkê re wê hejmara tûşbûyan dakeve.

Li gorî amarên îro hatine eşkere kirin, li Tirkiyê bi zêdebûna 3 hezar û 977 haletên nû re hejmara giştî ya tûşbûyan gihîşt 86 hezar û 306 kesan.

Hejmara kesên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê can dane jî bi mirina 127 kesên din re gihîştiye 2 hezar û 17 kesan.

Li gorî amarên fermî li Çînê heta niha 82 hezar û 735 kes bi vîrusê ketine ku Tirkiye rêzekî bi ser Çînê ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin