Îmarata Erebî 9 balafirên ser sand Yunanistanê

Îmarata Erebî 9 balafirên ser sand Yunanistanê

PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Yunanistanê ragihand ku 9 balafirên şer ên Îmaratê gihîştin Yunanistanê ji bo beşdarî tedbîqatên hevbeş bibin.

Artêşa Yunanistanê ragihand, di nava balafirên gihîştine Yunanistanê de 4 balafirên F-16, balafireke veguhestinê ya S-130 û balafireke veguhestinê ya S-17 hene.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi rêya van tedbîqatan dê hêzên asîmanî yên Yunanistanê û Îmaratê hevkariyê bikin û hêza xwe ya bo şer bi pêş bixin.

Tedbîqatên hevbeş di encama têkilî û hevkariya navbera her du welatan de pêk hatiye, her wiha di encama peywendiya navbera endamên fermandariyên hêzên çekdar ên li Yunanistanê û Îmaratê bi rê ve diçe.

Beriya niha jî hêzên Yunanistan, Îtalya, Fransa û Amerîkayê li Rojhilatê Derya Spî ku bûye cihê aloziya navbera Tirkiye-Yunanistanê tetbîqatên leşkerî yên hevbeş birêve biribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin