Li Almanya qonaxa asayîbûnê dest pê dike

Li Almanya qonaxa asayîbûnê dest pê dike

PeyamaKurd – Li Almanyaya Federal hêdî hêdî qonaxa asayîbûnê ya piştî koronayê dest pê dike. Piştî civîna nûnerên hikûmetê û eyaletan biryara sistkirina tedbîran hefteya borî hatibû dayîn.

Li gorî biryaran vê hefteyê qonaxa pêşî dest pê dike û dê dikan û firoşgehên ji 800 metreçargoşeyan biçûktir vebin.

Hikûmet federal dîyar dike ku ger hemî dikan û firoşgeh bi hev re vebin, gelek kes dê bo kirîn û firotanê herin wan deran û vîrus dê dîsa belav be.

Li gor amarên Enstîtuya Robert Koch ya li Almanya, heta niha 4,404 kes ji vîrusa koronayê mirine û bêhtirî 140 hezar kes jî pê ketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin