PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokkomarê Îranê Ruhanî bi peywendiyeke telefonî, têkiliyên navbera her du welatan û pêşketinên herêmî gotûbêj kirin.
Bi daxuyaniyekê Serokatiya Desteya Peywendiyan a Serokatiya Tirkiyê diyar kir, Erdogan û Ruhanî behsa pêngavên ji bo xurtkirina têkiliyên Tirkiyê û Îranê kirine û pêşhatên li herêmê nirxandine.
Erdogan ji ber kuştina zanayê atomî yê Îranê Muhsîn Fexrîzade ku roja 27ê Mijdarê di êrîşekê de li nêzîk Tehranê hatibû kuştin, xemgîniya xwe nîşan da û ji bo gelê Îranê û malbata wî sersaxî xwest.
Erdogan bal kişand ser dema kuştina zanayê atomî yê Îranê û got:
“Ev êrîş aramî û aştiya herêmê kiriye armanc, lê bawer dikim ku dê hêviyên derdorên tarî yên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin carek din vala derkevin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, her du alî behsa mijara Nagorno Karabaxê jî kirin û Erdogan da zanîn ku li herêmê ketine serdemek nû û got:
“Di vê serdemê de dûrketina bi hestyarî ya ji her core çalakiyên ku leke bîne ser yekîtiya axa Azerbaycanê û serweriya wê giring e, avakirina aştî û aramiyek mayînde dê derfeta pencereyên nû veke; Ermenistan jî di nav de, dê ji bo berjewndiya hemû welatên herêmê baş be."
Herwiha nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê daye zanîn, Ruhanî jî ji ber sersaxiya ji bo kuştina zanayê atomî yê Îranê, spasiya Erdogan kiriye.
Ruhanî diyar kir, zanayê Îranî demên dawî yên jiyana xwe bi lêkolîna ji bo çêkirina kîtên destnîşankirina nexweşiya Koronayê û têkoşîna li dijî pandemiya Koronayê re derbas dikir.
Serokkomarê Îranê got:
“Kuştina zanayekî wisa tawaneke mezin û çalakiyeke li dijî mirovahiyê ye.”
IRNAyê daye zanîn, Hesen Ruhanî behsa pêvajoya hevkariya aborî ya di navbera Îran û Tirkiyê de jî kir û destnîşan kir:
“ Herdu welat jî xwediyê îradeya pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganiyê ne. Lê mixabin dorpêçên DYAyê pêşxistina hevkariya aborî û bazirganiya me asteng kiriye.”
Di derbarê şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de jî Ruhanî daye xuyakirin:
“Pêwîst e pêşî li derbasbûna terorîstan bo herêmê bê girtin.”
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî bal kişand ser pêwîstiya lihevhatin û hevkariya her du welatan di mijarên navneteweyî de û destnîşan kir:
“Ji bo pêş li bandora dijminên Îslamê bigrin, çêkirina valahiya alema Îslamê, pewîstiyek lezgîn e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin