Parêzgeha Sêrtê qedexeya bo 15 rojan ragihand

Parêzgeha Sêrtê qedexeya bo 15 rojan ragihand

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Kurdistana Bakûr ya Sêrtê ragihand ku parêzgeh bo 15 rojan li bajarê Sêrtê tevî navçeyên wê qedexeya xwepêşandanan, ragihandina çapemeniyê, bîranîn, kampanya îmzayan û tevgerên weka wan ragihandiye.

Heya 15 rojan wê kes nikaribe mîtîng, civîn, tevgera rûniştinê, vegirtina konan, vekirina stendan û tevgerên weka wan bike. Îzna hemû çalakiyan bi îzna parêzgehê ve hat girêdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin