Li Venezuela ji bo 7 rojan şîna netewî hat ragihandin: 2,295 kes mirin

Li Venezuela ji bo 7 rojan şîna netewî hat ragihandin: 2,295 kes mirin

PeyamaKurd – Di 24ê Hezîranê de ji ber li welatê Venezuelayê 2 erdhejên mezin li pey hev qewimîn û di encamê de 2,295 kes canê xwe ji dest dan, hukumeta Venezuelayê ji bo 7 rojan şîna netewî ragihand.

Her çendîn encama erdhejê bi fermî mirina 2,295 kesan hatiye ragihandin jî 68 hezar kes wendane û dezgeyên pêwendîdar yên navdewletî xebatên rizgarkirinê û lêkolînê dewam dikin.

Li gor rêjeyên Neteweyên Yekgirtî (UN); bandora erdhejê ya li ser Venezuelayê ya raste rast 6,7 milyar dolar e. Li ser erdhejê seroka demkî ya Venezuelaye Delcy Rodriguez di ser hesabê xwe yê medya civakî de êşa erdhejê ya di dilê xwe de ragihand û got:

“Malbatên ku hezikriyên xwe wenda kirine ez êşa wan parve dikim. Ji bo kesên birîndar, wendayî û yên erdhej bandorê li wan kiriye, em xebatên xwe dewam dikin. Ji bo xatira welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane, îro min biryarê da ku seet ji 18.00an û pê de ji bo 7 rojan şîna netewî ragihînim. Di vê roja zahmet de herkesê ku vê trajediyê jiyaye, em sozê didin ku em li cem wan in.”

Navendên koordinasyona afetan heya niha alîkariyê gihandiye 80 hezar û 800 malbatan. Ji bo rizgarkirina welatiyên wendayî gelek kes dixebitin. Niha 26 hezar zêdetir xebatkarên dewleta Venezuelayê di sehayê de dixebitin.

Wekî desteka navdewletî ji welatên cuda 3,660 pisporên lêgerîn û rizgarkirinê di sehayê de dixebitin, 148 seyên perwerdekirî yên lêgerînê û 49 alavên teknîkî dixebitin.

Ji xwebexşan jî yên weka dezgeyên sîvîl yên civakî û ji xelkê wê derê 15,467 kes dixebitin, alîkariyê belav dikin û destekê didin rakirina enkazan.

Li Venezuelayê di 24ê Hezîranê de bi 9 saniye navberê, li pey hev du erdhej çêbûn ku dereca wan li pey hev 7,2 û 7,5 bûn.