PeyamaKurd - Li Venezuelayê piştî erdhejên tirsnak ên bi mezinahiya pileyên 7,2 û 7,5 ku di 24ê Hezîranê de rû dabûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bê rawestan berdewam dikin.
Hate ragihandin ku li parêzgeha La Guairayê ku hilweşîna herî mezin lê rû daye, zilamekî 44 salî yê bi navê Hernan Alberto Gil Flores, piştî 8 rojan ji bin kavilan sax hate rizgarkirin.
Flores ê ku wekî nobedarê li navendeke danûstandinê dixebitî, di encama operasyoneke pir hesas a tîmên agahvemirandina Şîliyê de, ji kûrahiya 9 metreyan a di bin blokên giran ên betonê de hat derxistin.
Di dema xebatan de, tîmên rizgarkirinê bi rêya lûle û sîrîngayan av, xwarin û derman gihandin Flores û piştî hewldanên dûrûdirêj bi ser ketin ku wî rizgar bikin.
Hevjîna Flores Usbimar Gonzales, piştî rizgarkirina mêrê xwe hestên xwe anîn zimên û got: "Dema min bihîst ku ew sax e, hêviyên min nû bûn; wî mîna qehremanekî li ber xwe da."
Hêjayî gotinê ye, li gorî amarên fermî heta niha bi qasî 3 hezar kesan di erdhejên Venezuelayê de can dane.