USS Abraham Lincoln piştî 322 rojan vegeriya Amerîkayê

USS Abraham Lincoln piştî 322 rojan vegeriya Amerîkayê

PeyamaKurd - Keştiya deryayî ya hêza navokî ya Amerîkayê USS Abraham Lincoln, piştî peywira xwe ya 322 rojan ku ji ber şerê bi Îranê re dirêj dibe vegeriya baregeha xwe ya li San Diego ya Californiyayê.

Keştiya ku di nava vê demê de bi 265 rojan rekora a mana di deryayê de şikandiye, li Baregeha Deryayî ya Girava Bakur bi merasîmekê hate pêşwazîkirin.

Li gorî daneyên Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di koma hicûmê de zêdetirî 5 hezar deryayvan û piyadên deryayî cih girtin.

Pêvajoya peywira gemiyê ku destpêkê hate plankirin ku di meha Gulanê de biqede, lê belê ji ber şerê li dijî Îranê hate dirêjkirin.

Di heyama peywirê de, şert û mercên xirab ên li ser keştiyê, kêmbûna xwarinê û qirêjiya avê bûbûn sedema rexneyên tund. Her wiha hat ragihandin ku di nava xebatkaran de rewşên giran ên psîkolojîk rû da û 8 deryayvanan hewldana xwekuştinê dane.