PeyamaKurd - Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî li Herêma Kurdistanê Hisên Qaîdî eşkere kir ku piştî 11 salan ji zilm û zordariya terorîstên DAIŞê, keçeke revandî ya bi navê (C. E.) ya 19 salî, bi hevkariya Ebdullah Şirîm û Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan ve gihîşt dinyaya ronahî û hat rizgarkirin.
Îro duşemê 4ê Gulanê, Ofîsa Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî Hisên Qaîdî ragihand: "Keçeke Êzidî li Sûriyê hat rizgarkirin ku sala 2014an hatibû revandin."
Hêjayî gotinê ye, zêdetirî 6 hezar û 417 keç, jin û zarokên Êzidî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li Şingalê hatibûn revandin. Heta niha zêdetirî 3 hezar û 500 keç, jin û zarokên êzidî hatine rizgarkirin û proseya rizgarkirina revandiyên êzidî hê jî didome.