PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi herdu partiyên îslamî yên Kurdistanê re bicive.
Li gor daxuyaniya endamê polîtburoya PDKê Bilind Îsmaîl dê şanda PDKê sibe serdana navendên partiyên Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bike.
Hat diyarkirin ku dê hevdîtina ligel wan partiyan ne li ser mijara avakirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê be, lê dê derbarê pêwendiyên wan partiyan û PDKê de gotûbêj bên kirin.
Hêjayî gotinê ye, PDK û Komela Îslamî piştî navbereke zêdetirî du salan cara yekem bi awayekî fermî li hev dicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin