Sanda Hikûmeta Kurdistanê daxwaza Bexdayê red kir

Sanda Hikûmeta Kurdistanê daxwaza Bexdayê red kir

PeyamaKurd – Di roja duyem a hevdîtinên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ligel aliyê rêveberiya Bexdayê de, şanda Iraqê daxwaza radestkirina hemû dahatên Herêma Kurdistanê kir ku şanda Kurdistanê ev daxwaz red kir.

Piştî ku Bexdayê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê birî û neşand, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî doh 29ê Nîsanê serdana Bexdayê kir ku îro jî hevdîtinên xwe yên li ser krîza mûçeyan û pirsgirêkên din bi şanda Iraqê re berdewam dike.

Li gorî zanyariyan, ji civîna îro agahiyek hatiye parvekirin ku tê gotin, şanda Iraqê beramberî mûçeyên fermanberan daxwaza radestkirina hemû dahatên Herêma Kurdistinê kiriye ku şanda Kurdistanê ev yek bi tundî red kiriye.

Ev hewldana rêveberiya Bexdayê ya derveyî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye, di demekê de ye ku ji ber vîrusa koronayê dahatên petrolê kêm bûne û herwiha wekî fişareke siyasî li ser xelkê Kurdistanê tê ferzkirin.

Hevdîtinên bi Bexdayê re berdewam dikin ku nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê jî banga rêkeftineke fermî û yasayî kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin