Îtîlaf: Em ji bo binpêkirin li Efrîn û Serê Kaniyê nemînin dixebitin

Îtîlaf: Em ji bo binpêkirin li Efrîn û Serê Kaniyê nemînin dixebitin

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) yê nû hatiye hilbijartin diyar dike û dibêje, mijara binpêkirinên mirovî yên li Efrîn û Serê Kaniyê tên kirin, tê mezinkirin û ew ji bo binpêkirin nemînin dixebitin.

Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) do li Stenbolê hilbijartinên xwe kirin û Salim Muslit wek Serokê nû yê Îtîlafê hat hilbijartin.

Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Salim Muslit ji K24ê re daye zanîn: “Pirsa binpêkirinên li Efrîn û Serê Kaniyê tê mezinkirin. Em hewl didin ku xelkê me yê Kurd vegerin malên xwe çi li Efrînê û çi li Serê Kaniyê. Em li ser parastina mafên wan û gerentîkirina selametiya wan rijd in. Dibe ku hin binpêkirin û karên kesayetî werin dîtin, em ligel hemû aliyan kar dikin da ku van zêdegaviyan nehêlin. Binpêkirin û tawanên mezin li deverên rêjîma Sûriyê tên kirin.”

Ji dema dagîrkirina Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Îtîlafê ve, bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û eşkencedan, herwiha çekdaran dest danîne ser bi hezaran mal, dar û zeviyên Kurdan.

Tevî ku berpirsên Îtîlafê her car dibêjin em ji bo binpêkirinên mirovî li Efrîn û Serê Kaniyê nemînin dixebitin jî, lê li gor çalakvanan, li ser erdê tiştek nehatiye guhertin û tawan û binpêkirinên mirovî zêde dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin