PeyamaKurd - Wezareta Perwerdê ya Kurdistanê, bi daxuyaniyekê daxwaz ji mamosta û karmendên wezaretê kir, da ku derziya Koronayê li xwe bidin.
Wezareta Perwerdê ya Kurdistanê, bang li mamosta û karmendên perwerdê kir, ji bo lêdana derziya Koronayê lezê bikin da ku sala nû ya xwendin û perwerdê bi rengekî normal destpê bikin.
Wezaretê herwiha daxwaz kiriye, mamosta ji bo lêdana derziyê navê xwe tomar bikin û rojên Sêşemê li navendên lêdana derzî amade bin û derzî li xwe bidin.
Li gorî amarên Wezareta Perwerdê, heta niha 4262 mamosta û karmendên perwerdê derziya Koronayê li xwe dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin