PeyamaKurd – Rêvebirên asayîşê yên Iraqê bo AFP ê ragihandin ku li Iraqê û deverên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de dimînin, di encama êrîşên terorîstan de 18 kes ji hêzên asayîşê can dane. Di ragihandinê de weha hat gotin:
“Li bakûrê Bexdayê li Termiyahê bi bombeyan êrîşê ser hêzên artêşê kirin. Piştî êrîşê nîşanvanên baş êrîşê kirin. Piştî van êrîşan endamekî eşîrekî û sîvîlekî hatin kuştin. Di artêşa me de bînbaşiyekî îstîxbaratê bi temamî 7 kes hatin kuştin.”
Rêvebirê îstîxbaratê ragihand ku bo destekê 4 kesên hatine bo alîkariyê, bi destê nîşanvanên dijwar hatin birîndar kirin.
Li Kerkûkê êrîşê hêzên Pêşmergeyan kirin. Li Diyalayê li devera Benî Cemîlê di teqînekî de eskerekî hat kuştin û 2 leşker birîndar bûn.
Li Anbarê li devera Akaşatê bo ser dewriya artêşa Iraqê êrîş hat kirin 2 leşker hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin