Zerîf: Ger bi ser me de bên emê ji peymanê vekisin

Zerîf: Ger bi ser me de bên emê ji peymanê vekisin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand, heger mijara peymana nukleerî biçe ber Civata Ewlekariyê ya NeteweyênYekbûyî, ew ê jî ji peymana rêgirî û qedexekirina belavbûna çekên nukleerî vekişin.

Cewad Zerîf gef li welatên Ewropayê xwar û got, heger mijara derbarê peymana nukleerî ya Îranê de bibin ber Civata Ewlekariyê û van helwestên xwe yên şaşî berdewam bikin, wê Îran jî ji peymana rêgirî û qedexekirina belavbûna çekên atomî vekişe.

Ji aliyê din Swîsreyê jî ragihand ku beşdariya Cewad Zerîf a Korbenda Aborî ya Cîhanê ya Davosê hatiye betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin