PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tevî agirbesta Idlibê jî artêşa Tirkiyê liv û tevgera xwe ya leşkerî li dorûbera Idlibê berdewam dike û herî dawî 2 karwanên din ên leşkerî şindin deverê.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji şeva Çarşemê û heya sibeha Pênçşemê, 2 karwanên leşkerî yên Tirkiyê di korîdora Kefer Losîn re, derbasî Idlibê bûn.
SOHRê destnîşan kir ku ev karwan ji 110 maşîneyên leşkerî pêk dihat.
Li gorî SOHRê ji destpêka agirbesta ku ji bo Idlibê hatiye ragihandin, artêşa Tirkiyê bêhtirî 4 hezar û 800 maşîneyên leşkerî û 9 hezar û 650 leşkerên xwe şandine Idlibê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin