Wezaretên Navxweyî yên Kurdistanê û Iraqê li ser çend pirsên girîng dicivin

Wezaretên Navxweyî yên Kurdistanê û Iraqê li ser çend pirsên girîng dicivin

PeyamaKurd - Bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, sibe şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê bi Serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Di wê derbarê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed  ragihand, “Wezîrê Navxwe yê Iraqê ligel şandeke bilind tê Herêma Kurdistanê û ji bo axaftina li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de me ew vexwandiye.”

Rêber Ehmed got: Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin tîmên wê bên Herêma Kurdistanê û li ser koma pirsgirêkan guftûgoyên cidî bikin, ji ber me ji demekê ve tîm û şandên xwe amade kirine, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin