Ji Saredara Parîsê twîta pîrozbahiyê

Ji Saredara Parîsê twîta pîrozbahiyê

PeyamaKurd - Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir, ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Anne Hidalgo li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Pîrozbahiyeke germ arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikim ku di çend rojên bê de dê weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar bike.”

Hidalgo ku Seroka Rêxistina Navdewletî ya Bajarên Francophoneyê ye jî di twîtta xwe de wêneyekî xwe ligel Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê Elî Dolemerî belav kir.

Newzad Hadî û Elî Dolemerî bi fermî jibo 89. Kongreya Rêxistina Navdewletiya Bajarên Francophon hatibûn vexwendin, ku 3yê Hezîranê li bajarê Kîgalî yê paytexta Ruwandayê hat lidarxistin.

Di vê kongreyê de, bi koma dengan Hewlêr weke endamê vê rêxistina navdewletî hate qebûlkirin.

Nêçîrvan Barzanî roja 28ê Gulanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin û biryar e di 10ê Hezîranê de sonda yasayî bixwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin