PeyamaKurd- Hat ragihandin ku wê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov seredana Îsraîlê bike û Netenyahû jî got ku wê naveroka seredana Lavrov ya bingehîn mijara Sûriye be.
Serokwezîrê Îsraîlê di civîna encumena wezîran de mijara hatina Lavrov ragihand ku dê îro were seredana Îsraîlê. Netenyahû got ku wê dewam bike û li ser peymana sala 1974an bimîne ku peyman ya vekişandina hêzan e. Netenyahû weha got:
“Îsraîl wê li hemberê Îran û peykên Îranê bisekine û nehêle ku li Sûriyê baregehên xwe deynin û wê pêngavên pêdivî bavêje.”
Tê hêvîkirin ku di hevdîtina navbera Lavrov û Netenyahû de, behsa hebûna Îranê ya li Sûriyê û Hîzbûllahê bê axaftin. Bi wezîrê karên derve yê Rûsya re wê serokerkanê Rûsya Valery Gerasimov jî here Îsraîlê.
Lavrov di axaftina xwe ya do ya bi rêya telefonê ku bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Mike Pompeo re axifî bû, di rojeva wan de bûyerên Sûriyê û têkoşîna li dijî terorê hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin