Laziqiye | Xwendekareke Kurd li mala xwe hat kuştin

PeyamaKurd – Xwendekara kurd Şînda Adil Kişo ku li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê di beşa bijîşkiyê de dixwend, di mala xwe de hat kuştin.
Bavê xwendekara ciwan diyar kir ku keça wî dema ku li odeya xwe di nav nivînan de bû bi çekê hatiye hedefgirtin.
Bavê Şîndayê, Adil Kişo, ragihand ku keça wî herî dawî saet 01:00ê vê sibê pêwendî bi wî re daniye, lê piştî demeke kurt canê xwe ji dest daye.
Heta niha ne diyar e ka êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Di 24 saetên dawî de, şer û pevçûnên tund li herêmên beravê yên rojavayê Sûriyeyê di navbera artêşa HTŞyê de û grûpên çekdar ên bi ser rêjîma Esed a hilweşiyayî de rû didin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama pevçûnên çekdarî yên li Laziqiyeyê û derdora wê de herî kêm 70 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




