PeyamaKurd – Hat ragihandin ku efserekî bi ser Wezareta Navxwe ya Iraqê ve, pisporê emnî Hîşam Haişîmî kuştiye û kujer kiryara xwe îtîraf kiriye.
Wezareta Nawxwe ya Iraqê ragihandiye hêzeke emnî karîne kujerê pisporê emnî û lêkolîner Hîşam Haşimî, Ehmed Ebû Rexîf Kînanî desteser bike.
Di kurtevîdyoyekê de Ehmed Kînanî dibêje; ew beşdar bûye di kuştina Hîşam Haşimî de, lêbelê sedema kuştina Hîşam Haşimî û bê ka ew aliyê kê ve hatiye erkdarkirin ji bo wê kiryarê eşkere nekiriye.
Şêxê eşîra Kînanî Şêx Ednan Denbus eşkere kiriye Ehmed Kînanî êdî ne ji eşîra wan û li wî cihê ew tawan hatiye pêk anîn divê were cezakirin.
Li gor zanyariyên medyaya Iraqê, Ehmed Kînanî efserê Wezareta Navxwe ya Iraqê ye.
6ê Hezîrana 2020an hejmarek çekdaran li Bexdayê bi motorsîkletan li ber mala pisporê emnî yê Iraqî Hîşam Haşimî derbas bûn û bi guleyan ew kuştibûn.
Hîşam Haşimî di sala 1973an değ ji dayik bûye û ji sala 1997an ve weke lêkolîner û pisporê rêxistinên terorîstî kar dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin