PeyamaKurd- Li gorî agahiyên çapemeniya herêmî ya Suriyeyê, îro li paytexta Suriyeyê ya Şamê, êrîşek li dijî maşîna leşkerên rejîma Esad hatiye kirin. Hat zanîn ku di encama êrîşê de gelek leşker hatine kuştin.
Bi navbeynkariya qenala radyoyê ya Sham FM a Suriyeyê hat ragihandin ku li rojavayê bejahiya Şamê, nêzîkî Saburayê êrîş li otobusa leşkeran a aîdê rejîma Esad hatiye kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama vê êrîşê de 17 leşkerên rejîmê hatine kuştin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku otobus aîdê tumena 4emîn a artêşa Suriyeyê bûye û di encama teqemeniya ku di qerexa rê de hatiye çandin de ev teqîn çêbûye.
Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR), di encama teqînê de 17 leşkeran can dane û nêzîkî 20 leşker jî birîndar bûne. Lê belê heta niha di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nehatiye parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin