PeyamaKurd – Ev çend roj in di serî de li bajarê Îzmîrê şewatên mezin ên daristanan derketine ku gihîştine heta cihên niştingehan û ziyan gihanandine mal û milkê welatiyan jî.
Tevî hemû hewlên agirvemirandinê jî li Îzmîr, Aydin, Mugla, Karabuk, Bolu û Manîsayê şewat dewam dikin.

Li gorî ragihandina Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê Îbrahîm Yumakli, niha 8 şewat li daristanên Tirkiyê hene ku hewlên vemirandinê hîn didomin.
Yumakli herî dawî ragihand ku şewatên li Urla û Goynuk a Karşiyaka ya Îzmîrê hatine kontrolkirin.
Şewata herî mezin a Îzmîrê ev çar roj in berdewam dike û ji ber bayê tund şewat gihîştiye heta navçeyên Karşiyaka, Bayrakli û Urlayê ku metirsî li ser jiyana mirovan jî çêkiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin