PeyamaKurd – Daîra metorolojiyê ya şopandina sîsmîkê ya Pakistanê (NSMC) ragihand ku li welatê Afganistanê li herêma Hindu Kûşê bi dereca 6,3 erdhejekî qewimî. Eredhej li Îslamabada Pakistanê û gelek deverên wê jî hat hîskirin.
Erdhej seet di 21.13an de qewimî û di kûrahiya 190 km di bin erdê de çêbû lê di erdhejê de zerara mal û canî çênebûye.