PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Başûr di çarçoveya operasyona “Şanela II de”, di navbera 13-19ê Temmûzê de, di operasyonên ewlehiyê de 17 hezar û 583 gumanbaran xistin bin çav.
Di operasyonan de her weha kesên ji sûcên weka bazirganiya madde yên hişbir, kuştin, tecawuz û xesba arebeyan li wan digeriyan 1777 kes hatine girtin. Koçberên ku di xwestin herin welatên din, ji wan koçberan jî 3 hezar û 622 kes hatine girtin.
Di daxwuyaniya polîs de hat gotin ku 320 kes ji bazirganiya medde yên hişbir, 3 hezar û 113 kesên ku bi wan re medde yên hişbir hebûne xistine bin çav û 3 hezar û 622 koçberan jî girtine.
Li gor rêjeyên fermî yên dewleta Afrîka Başûr; nisbeta sûcan zêdeye, ji Nîsana 2025an heya Adara 2026an 23,096 kuştin, 51,554 sûcên tecawuzê, 121,099 rûdanên giran yên şêlandinê ketine nav qeydiyên fermî.