Li Albertaya Kanadayê referandûma serxwebûnê birêve diçe

Li Albertaya Kanadayê referandûma serxwebûnê birêve diçe

PeyamaKurd - Îro (19ê Cotmehê) li parêzgeha Albertayê ya Kanadayê welatî berê xwe didin ser sindoqên dengdanê da ku di referandûmekê de biryarê li ser mana di nava Kanadayê de yan jî ragihandina serxwebûnê bidin.

Ji bo nêzî 3,2 milyon kesên xwedî mafê dengdanê, formeke ji 10 pirsan hat amadekirin ku mijarên wekî çarenûsa politîk a parêzgehê, bac, sîstema koçberiyê û dadweriyê dihewîne.

Heta niha zêdetirî 1 milyon û 356 hezar kesî bi rêya dengdana pêşwext beşdarî referandûmê bûne. Vê pêvajoyê bi pêşengiya Serokwezîra Albertayê Danielle Smith û alîgirên serxwebûnê dest pê kir.

Ev referandûm di demekê de pêk tê ku têkiliyên di navbera Kanada û DYAê de ji ber bacên gumrikê di aloziyê de ne.

Alîgirên Donald Trump bi taybetî çavdêriya vê dengdanê dikin; Wezîrê Xezîneya DYAê Scott Bessent ragihand ku di egera serxwebûnê de, Albertayê dê ji bo Amerîkayê bibe "hevpareke sirûştî".

Tevî vê atmosfera germ û hewldanên cudaxwazan, rapirsiyên dawî nîşan didin ku piraniya xelkê parêzgehê alîgirê mana di çarçoveya Kanadayê de ne.