PeyamaKurd- Li Zanîngeha Brown a li eyaleta Rhode Island a Amerîkayê, di êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encamê de herî kêm 2 kes mirin û 8 kes jî giran birîndar bûn.
Hate ragihandin ku gelek tîmên polîs bo cihê bûyerê hatine şandin û lêgerîna li êrîşkar dewam dike.
Hate diyarkirin ku kesekî li Zanîngeha Brown a li bajarê Providence a eyaleta Rhode Islandê gule berdaye hawîrdorê.
Piştî bûyerê, gelek tîmên polîs sewqî herêmê hatin kirin û bang li xwendekarên zanîngehê hat kirin ku li cihên xwe bimînin û xwe li deverên ewle veşêrin. Herwiha hate ragihandin ku hinek xwendekar di çarçoveya prosedûrên ewlehiyê de ji kampusê hatine derxistin. Alîkarê Midûrê Midûriyeta Polîsan a Providence, Tim O'Hara, êrîşkar wekî zilamekî bi cilên reş daye nasîn û gotiye, xebatên lêgerînê didomin.
Di daxuyaniya rêveberiya zanîngehê de hat gotin ku di êrîşê de bi kêmanî 2 kes mirine û 8 kes jî giran birîndar bûne. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî Truth, êrîş piştrast kir û ragihand ku FBI (Buroya Lêpirsîna Federal) bo cihê bûyerê hatiye şandin.