PeyamaKurd- Li eyaleta Tenneseeyê ya Amerîkayê li restorantekê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama vê êrîşê de 4 kes hatin kuştin.
Li gorî medyaya Amerîkayê li restoranta bi navê “Waffel House”ê fîşek li ser sivîlan hatin reşandin.
Hat ragihandin ku êrîşkarek hat li devê restorantê trempêla xwe sekinand û pêşî du kesên li pêşiya restorantê kuştin û dûvre çû nava restorantê û li ser sivîlan reşand. Di encamê de 4 sivîl hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin