PeyamaKurd – Li bajarê Newark ê eyaleta New Jerseya Amerîkayê, li benderê agir bi keştiyê ket û di encamê de 2 agirkuj mirin, 5 agirkuj jî birîndar bûn.
Şaredarê Newark Ras Baraka ji rojnamevanan re got, "Me li bajarê Newark 2 kes wenda kirin."
Baraka da zanîn, "Ev dîmen wê her û her di hişê min de bimîne ka ev peywir çiqas xeternak e,"
Şefê Agirkujiyê yê Jerseyê yê berê Steven McGill agahî parve kir ku 5 agirkujên di heman şewatê de birîndar bûne li nexweşxaneyê hatin dermankirin.
Midûriyeta Agirkujiyê ya Newarkê da zanîn, şewata li keştiya bi ala Îtalyayê ya ku di navbera Amerîka û Afrîkayê de wesayit dibirin, şeva borî nîvê şevê derket û heta serê sibê nekarî were vemirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin