Li Amerîkayê li zanîngehekê êrîsa bi çek: Mamosteyek mir

Li Amerîkayê li zanîngehekê êrîsa bi çek: Mamosteyek mir

PeyamaKurd – Li Zanîngeha Karolînaya Bakur a Amerîkayê di encama gulebaranê de mamosteyek hat kuştin.

Rayedarên polîsan di civîneke çapemeniyê de diyar kirin ku di bûyera li kampusa Chapel Hill de mamosteyekî ku navê wî nehate zanîn di encama gulebaranê de hat kuştin.

Hat diyarkirin, êrîşkar bi qasî 3 saetan piştî bûyerê hat binçavkirin, rayedaran derbarê nasnameya gumanbar û sedema êrîşê de agahî nedan.

Rayedaran ragihandin, lêkolînên der barê êrîşê de dewam dikin.

Zanîngeha Amerîka ya Karolînaya Bakur hişyarî da ku do li kampusê "kesekî çekdar û xeternak" heye.

Polîs di bin tedbîrên berfireh ên ewlehiyê da bi saetan li şikbarê geriya û ketin û derketina zanîngehê girt.

Di ketina hefteya duyemîn a sala nû ya xwendinê de li Zanîngeha Karolînaya Bakur 4 hezar mamoste, 9 hezar xebatkar û 32 hezar xwendekar hene.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin