PeyamaKurd - Li taxeke bajarê Baltimore yê Amerîkayê tekîn pêk hat, di teqîne de , kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.
Malpera Fox Baltimore eşkere kir ku teqîn li taxekê li devera Bayksfîl a bajarê Baltimore yê eyaleta Maryland pêk hat. Malperê da zanîn ku di encama teqînê de, keçekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve kenala WBFF a televizyonî li ser malpera xwe belav kir ku tîmên agirkujê, 3 kes ji nava kavilan xilas kirin û hîn jî lêgerîna li wendayan berdewam e. Heta niha sedema teqînê nayê zanîn, lê hin çavkaniyan eşkere kir ku teqîn, ji ber belavbûna xazê rû daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin