Li Ankara berya civîna NATO dest bi amadekariyên civînê kirin

Li Ankara berya civîna NATO dest bi amadekariyên civînê kirin

PeyamaKurd – Di 7-8ê Tîrmehê de li Ankara dê civîna NATO bibe û berya civînê Ankara dest bi amadekariya civînê hat kirin. Ankara tedbîran distîne û wê lîderên dinyayê tevlî zîrwa NATO bibin.

Ji ber civîn girînge, dê li Ankara sîstema bergiriya hewayî ya fuzeyan deynin. Hem wê sîstema İHA û dronesawaran jî deynin. Li seranserê bajarê Ankara û li dora serokkomariya Tirkiyê ya Kulliyê wê zêdetirê 40.000 hezar hêzên ewlehiyê kar bikin.

Li gor ragihandina Bloombergê; wê esmanê Ankara li hemberê tehdîd û êrîşan bi sîstema bergiriya fuzeyan bê parastin. Ji bo bergirtina li hemberê talûkên asimetrik jî li ciyên stratejik wê İHA û sîstema droneswarean bicîh bikin.

Di wexta her dû rojên civînê de, dê filoya balafirên F-16an di rewşa amadekariyê de bin.