Li bajarê Selehadîn ê Iraqê di karwaneke Amerîkayê de teqînek rû da

Li bajarê Selehadîn ê Iraqê di karwaneke Amerîkayê de teqînek rû da

PeyamaKurd - Şeva borî li bajarê Selahedîn ê Iraqê, di karwaneke leşkeri ya Amerîkayê de teqînek rû da.

Di derbarê vê bûyerê de tora medyayî ya Elmeyadîn ragihand, teqîn şeva borî li navçeya Mekîşîfe ya li bajarê Selahedînê, di karwaneke otomobîlên leşkerî û lojîstîk ê Amerîkayê de rû daye.

Heta niha di derbarê ziyanên canî yên wê teqînê de ti zanyarî nehatiye bidestxistin û koma bi navê Berevaniya Ehabî Kehif, berpirsiyartiya wê teqînê girtiye ser xwe.

Yekşema borî jî li Başûrê Iraqê êrîşek li ser karwaneke leşkerî yê Amerîkayê pêk hatibû.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin