Amerîkayê 500 milyon dolarê neqdî ji Iraqê şand

Amerîkayê 500 milyon dolarê neqdî ji Iraqê şand

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Amerîkayê 500 milyon dolarên keş ango neqdî Iraqê re şandiye û gihîştiye Banka Navendî ya Iraqê.

Çavkaniyekê ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re eşkere kir ku Banka Federalî ya Amerîkayê hejmareke din a dolaran bi nirxê 500 milyon dolarî ji bo Banka Navendî ya Iraqê şandiye.

Çavkaniyê gotiye, ev hejmara dolarî ya ku gihîştiye Iraqê, bi razîbûna Banka Navendî ya Iraqê ji bo karûbarên girêdayî dabînkirina pêdiviyên geştyaran û veguhastinên derve dê bê bikaranîn.