Li bajarê Yalovayê balafira F-16 ya perwerdê ket

Li bajarê Yalovayê balafira F-16 ya perwerdê ket

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Yalovayê li dora fermandariya hewayî ya 18.em balafira perwerdê ya F-16 ket. Li ser qezayê wezareta bergiriya Tirkiyê (MSB) got:

“Balafira aîdê hêzên me yên hewayî ya F-16, di wexta perwerdê de li bajarê Yalovayê ketiye û pîlotê me sax filitiye.”

Pîlotê balafirê xwe bi paraşûtê ji balafirê avêtiye û rizgar bûye. Tîmên tenduristiyê û îtfaiyê çûne ciyê qezayê. Balafira ku ket agir pê ket û pîlot jî birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Yalovayê.

Rewşa pîlot başe û balafir ya Eskişehirê ya 1em baregeha jetan ya Fîloya Ceylan e.