Li Bakurê Sûriyê “Federasyona Sunnî ya Ereban!”

Li Bakurê Sûriyê “Federasyona Sunnî ya Ereban!”

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku hinek dewletên Ereban di bin pêşdariya Siûdî Erebîstanê de, dixwazin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Federasyoneke Sunnî ya Ereban” ava bikin.

Pêr, hinek şêwirmendên Siûdî Erebîstanê û Mîrekên Ereban yên Yekbûyî li Bajarê Rojavayê Kurdistanê li Kobanê li gundê bi navê Xirabê Hişk, li baregeheke Amerîkayê bi serokên erşîrên Ereban re hevdîtinek pêk anîne. Armanca vê hevdîtinê ew e ku hîlala Îranê têk bibin.

Li gorî agahaiyên herêmî, hevdîtin bi Hêzên Sanadîd, El Nuhba û Lîwa Sîwa el Reqqa re pêk hatiye. Hêzên leşkerî wê ji van yekîneyên Ereban pêk were.

Li gorî îddayan berî vê hevdîtinê jî, Siûdî Erebîstanê û Mîrekên Ereban yên Yekbûyî bi YPGê re hevdîtineke bi dizî pêk anîbûn. Amerîkayê bi YPGê daye qebûlkirin ku hêzên Ereban ji der ve werin herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin