PeyamaKurd – Li baregeha leşkerî ya NATOyê ya li Belçîkayê, xebatkarekî ku bi eslê xwe ji Çînê ye û welatiyê Kanadaye, bi sedema ji welatên 3.em re sîxwuriyê (casûsiyê) dike, hat girtin. Kesê girtî li baregehê staja xwe dikir.
Di daxwuyaniya dozgeriya federal ya Belçîkayê de hat gotin ku li bajarê Monsê li bargeha stratejik ya NATOyê di SHAPE de kesê ku bi eslê xwe ji Çînê ye, welatiyê Kanadaye û stajê dike; bi sedema gumana “li ser navê welatekî 3.em casûsiyê dike û endamê rêxistinekî sûca ye” hatiye girtin.
Hat ragihandin ku lêpirsîn bi yekîneyên ewlehiya netewî re dimeşînin. Gumanbar dema li Casteau li baregeha NATO dixebitî, tevgerên wî bala yekîneyên ewlehiyê kişandiye û yekîneyên Belçikayê ji rewşê agahdar kirine. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Xizmeta ewlehiya SHAPE, bi sedema tevgerên bi guman, rewşê ji serwîsa îstîxbarata Belçikayê (SGRS) re gotin. Paşî wezîfa dosyayê dozgeriya federal girt ser xwe û lêpirsînê dan polîsên federal yên edlî yên Charleroi.”
Dozgeriyê ragihand ku li mala wî kesî û ciyê karê wî yê taybet û seha wî ya xebatê de, geriyane. Beşa sûcên komputeran û tîmên teknîkî destekê dane operasyonê. Piştî kontrolan dadger gumanbar şand zîndanê.
SHAPE, baregeha navenda NATO ya di asta herî bilind de ye û navenda operasyonên fermandariya hevpar e. SHAPE, ji hevkariya ewlehiya transatlantîkê ya 32 dewletan, ji plankirinê û rêvebirinê berpirs e.