PeyamaKurd- Li bajarê Basrayê ku dikeve başûrê Iraqê û hem ji aliyê petrolê de di dinyayê de bajarê herî dewlemende, ev du mehe bûye dika xwepêşandanan. Nebûna kar, avê û elektrîkê tê protestokirin.
Fermandariya giştî ya operasyonên hevpar ya bi ser wezareta bergiriya Iraqê de, îro nava rojê ragihand ku di tevahiya bajêr de derketina derve hatiye qedexekirin.
Hat ragihandin ku dê heya êvarê qedexe dewam bike û bo normalkirina halê bajêr bila xwepêşandêr alîkariya hêzên asayîşê bikin.
Petrola Basrayê li seranserê Iraqê ya herî zêde ye ku dike %80 petrola Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin