Li bazarê teqîn çêbû: 8 kustî

Li bazarê teqîn çêbû: 8 kustî

PeyamaKurd- Li welatê Somaliyê li payîtext Mogadişoyê li navçeya Medîneyê, li ciyê bazarekî teqîn çêbû û di encamê de 8 kes mirin û gelek birîndar hene. Teqîn di erebeya endamê rêxistina Eş-Şebabê de çêbû.

Di dema êrîşker diçû ciyê bazarê, dît ku hêzên asayîşê taqîba wî dikin. Ji ereba xwe dadikeve û direve. Hêzên asayîşê wî digrin û bi şûnde teqîn çêdibe. Wezîrê ewlekariyê yê Somaliyê Muhammed Ebûka Islow weha ragihand:

“Êrîşker dema diçe hedefa xwe ya ciyê bazarê, hêzên asayîşê ew digrin û paşî di erebê de teqîn çêdibe. Êrîşker di destê me de ye û lêpirsîna wî dewam dike. Rehma Xwedê li miriyan be û şîfayê bo birîndaran dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin