PeyamaKurd - Di xwepêşandanên li Besrayê de bi gulebarandina hêzên ewlehiyê 7 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û rewşa ewlehiya parêzgehê bi temamî metirsîdar e.
Ji çavkaniyeke herêmî hat ragihandin, ku xwepêşandêrên Besrayê bi hêzên ewlehiyê re li hev ketin, di encamê de bi gule barandina hêzên ewlehiyê 7 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Amaje bi wê yekê hat kirin ku, xwepêşandanên Besra aloztir bûne, taybet jî piştî kuştina xwepêşandêrek li ser destê hêzên ewlehiyê û di dema merasîma birêkirina termê wî kuştî xwepêşander ji hêzên ewlehiyê ve li pêşiya encûmena parêzgehê rastî xaza rondikrêj bûn.
Herwiha agir bi avahiya encûmena parêzgehê ket û metirsiya derketina şer di navbera eşîran û hêzên ewlehiyê de heye.
Piştî van bûyera, Fermandeyê operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve/çûnûhatinê li parêzgeha Besrayê ragihand. Ev yeke piştî alozbûna rewşa ewlehiya bajarê Besrayê hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin