PeyamaKurd - Tora nûçeyan a Al-Arabiya ya bi navendiya Erebistana Siûdî, belgeyek belav kir ku îdia dike nivîsa dawî ya peymana aşitiyê ya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê ye. Li gorî nûçeyê, tê çaverêkirin ku ev peymana ji 9 xalan pêkhatî di nava çend demjimêran de ji aliyê her du welatan ve bi fermî were ragihandin û rasterast bikeve meriyetê. Di nav xalên herî giring ên vê nivîsê de; ragihandina agirbesteke giştî, bêşert û demûdest li ser erd, derya û ezmên heye. Her weha her du alî soz didin ku binesaziyên serbazî, sivîl û aborî yên hev nekin armanc, dawî li operasyonên serbazî bînin û şerê medyayî yê li dijî hev bi temamî bidin sekinandin.
Garantiya Tengava Hurmuzê û rakirina dorpêçan
Di xalên dîtir ên peymanê de hatiye diyarkirin ku divê rêz li serweriya xakê û karên navxweyî yên welatan were girtin û azadiya çûnûhatina keştiyan a li Kendava Besrayê, Tengava Hurmuzê û Deryaya Omanê bi temamî were garantîkirin. Ji bo çavdêrîkirina pêvajoyê û çareserkirina nakokiyan dê mekanîzmayeke hevpar were avakirin û danûstandinên li ser mijarên mayî di nav 7 rojan de dest pê bikin. Li gorî xala herî krîtîk a aborî, eger Îran pabendî şertên peymanê bibe, Amerîka dê dorpêçên li ser Tehranê gav bi gav rake. Ev peymana dîrokî ya îro tekezî li ser pîvanên hiqûqa navneteweyî û Destûra Neteweyên Yekbûyî dike.