PeyamaKurd - Tîma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî navbereke dirêj biryar da ku beşdarî civîna vê hefteyê ya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibe.
Çavkaniyeke bilind a YNKê îro, 8ê Hezîranê biryar piştrast kir û ragihand ku wezirên wan dê li Hola Seîd Ebdulla ya li bajarê Hewlêrê amade bin.
Hêjayî gotinê ye, ev gava YNKê ya ji bo vegera nav civînên kabîneyê, wekî pêngaveke girîng a ji bo kêmkirina nakokiyên siyasî yên navxweyî û yekxistina helwesta Herêma Kurdistanê li hemberî pirsgirêkên darayî û destûrî tê dîtin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, îro 8ê Hezîranê ragihand ku roja çarşemê 10ê Hezîranê civîna Encûmena Wezîran tê lidarxistin.
Hewremanî got ku beşa herî sereke dê peywirdarkirina dosyeya petrolê û peymana nû ya ligel hikûmeta federal a Bexdayê be. Hewramanî da zanîn ku di civînê de mijara dahata navxweyî û sepandina sîstema gumrikê ya otomatîk "ASYCUDA" li xalên sînorî bi hûrgulî tên nirxandin. Herwiha eşkere kir ku piştî vê rûniştinê biryar e şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdekirina hinardekirina petrolê û bicihhanîna rêkarên nû yên aborî serdana Bexdayê bike.