PeyamaKurd - Civînên di navbera şandeyên Amerîkî û Îranî de li Swîsreyê, bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê, ku armanca wan bidawîanîna şer bû, 18 saetan dom kirin. Piştî civîna lûtkeyê daxuyaniyek hat weşandin.
Gera yekem a danûstandinên Amerîka-Îranê li Swîsreyê bi dawî bû. Daxuyaniyek hevbeş a navbeynkarên Pakistan û Qeterê diyar kir ku danûstandin di atmosferek erênî û avaker de derbas bûne û got, "Pêşkeftinek teşwîqkar hatiye bidestxistin, di nav de avakirina mekanîzmayek ji bo nîqaşên teknîkî yên din."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku alî li hev kirine ku Komîteyek Asta Bilind ava bikin da ku çavdêriya siyasî ya pêvajoya navbeynkariyê bike, û got, "Serokên danûstandinê wê bi rêkûpêk rapor bidin Komîteya Asta Bilind; ew ê serokatiya komên xebatê yên ku li ser mijara nukleerî, cezayan, koma çavdêrî û çareserkirina nakokiyan a ku ji bo misogerkirina pêkanîna bi bandor a peymanê û herwiha mijarên din hatine damezrandin bikin."
Biryara Hurmuzê...
Daxuyaniyê ragihand ku Komîteya Asta Bilind li ser nexşerêyekê li hev kir da ku di nav 60 rojan de bigihîje rêkeftineke dawî û bingehek ji bo nîqaşên teknîkî yên berfirehtir amade bike. Herwiha got, "Ji bo ku derbasbûna ewle ya keştiyên bazirganî di Tengava Hurmuzê re misoger bibe û ji qezayan û têkçûnên ragihandinê pêşî lê were girtin, di navbera aliyan de ji bo dema ku di benda 5an a Peymana Têgihîştinê de hatiye destnîşankirin, xeteke ragihandinê hatiye danîn."
Daxuyaniyê herwiha destnîşan kir ku gavên ber bi bidawîkirina operasyonên leşkerî li Lubnanê ve hatine nîqaşkirin û wiha got, "Aliyan li hev kirin ku mekanîzmayeke pêşîlêgirtina pevçûnan di navbera aliyan û Komara Lubnanê de, bi hêsankirina navbeynkaran, ava bikin da ku rawestandina operasyonên leşkerî li Lubnanê li gorî Peymana Têgihîştinê misoger bikin." Tê payîn ku danûstandin di tevahiya hefteyê de li bajarê Burgenstockê berdewam bikin.