PeyamaKurd- Li paytextê Iraqê li Bexdayê li pey hev 2 teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de kesek mir û 7 sivîl jî birîndar bûn.
Di derbarê bûyeran de çapemeniya herêmî ragihand ku li navçeya Şuleyî ya Bexdayê di bazara Çûkan de 2 bombe teqîne. Di encamê de kesek hatiye kuştin û 7 sivîl hatine birîndarkirin.
Birîndar di demeke kin de rakirine nexweşxaneyan û dest bi tedawiya wan hatiye kirin.
Li gorî agahiyan pêşiyê teqînek çêbûye û hêzên ewlehiyê jî, korîdora ewlehiyê pêk anîne. Piştî vê re teqîna duyem jî çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin